Kemal Tolan,: Ez jî mîna sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî
|
Ez jî mîna sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“HAWAR”e û wê „KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN„ ! Ez baverim, em ew kesên hinga ku ji Kurdistanê hatine û temanê me hingê 10 sal anjî zêdetir bû, em baþ dizanin, dema ku meriv li nav mal, gund, êl, êþîr û bajarekî de tevî kulfetê xwe(dê, bav, kal, dapîr, xuþk, bira, ap, xal û hwd.) dijiya, divabû meriv xwedî baweriyekê be. Dîsa, me tevan ji þîretên dê û bavên xwe dizanîbû, gava baweriyeke merive têkuz tinebe, meriv nikare rêyek rast ji xwe ra kifþ bike û di wê rê da bimeþe. Anjî gava meriv di rêyeke ku di nav çiyayê mezin, zinarê bilind, daristan, tije dirî, zil, sitrîn, kevir, deþteke tev sîlek, xwezaya asê de biçe û rêzanek bi meriv ra tûne be, meriv tûcarî nagihîje dawiya rêya xwe. Merivê rêya xwe winda bike, þaþ bive û gelek caran jî ji ber astengî û pirsgirêken li ser rê peydabivin nikarîbe vegere nav mala xwe. Li welat divabû meriv di nav hemû tengasiyan de jî ji bîr, bawerîyen xwe ra xwedî derkeve, ji sed, hedên xwe derbas nebe û bi wê xebata xwe dilþad bive. Her weha hingê divabû ku meriv rumetê bide bawerîya xwe, wisa jî bide bawerîyên hemû kesên din, aþîtî û paqijiya xwezayiya li derdora xwe jî biparêze. Ji xwe meriv di nav van bingehan de jî dibîne ku, bav û kalên me hingê li Kurdistanê dibin hemû astengiya de jî çande û niþtimanperweriya me diparastin. Lê, mixabin geleka ji me ew reseniya çande û niþtimanperweriya bav-kalan li vê xerîbiyê ji bo berjiwendiyên mal, komel, dezgeh, rêxistin, keseyatî û neferên mala xwe nedane berdewamkirin. Birastî, dema ez bala xwe didime ser berxwedan, parastina çande, bîr û bawerîyen me yên li diyasporayê dilê min gelekî diêþe û timî dixwazim van pirsan ji xwe anjî ji we birêzan bikim: Gelo ji ber çê em ew kesên ku ji Kurdistanê hatine û piraniya me eva serê 35 salan zêde li Ewrûpayê ne, lê hêjî ji maf û kêmasiyên xwe yên çandî û kulturî ra xwedî dernakevin, hejmara zarok û ciwanên me Kurdan yên ku sed û hedên xwe nasnakin û êdî bi Kurdî nizanin nabînin, gelek ji me hêjî tenê bi “siyasetê” re eleqedar dibin, lê hêjî ne xwedî tifaqeke Kurdistanîne, em gelek caran pirsgirêkên xwe yên olî, civakî, netewîtiyê ji bîr dikin, em van derfetên ku tifaq, piþtgirî, dîplomasî û lobiyên me Kurdan xurt bikin baþ nasnakin, gelek ji me hêjî bi hemd naxwazin(nikarin?) bi zimanê netewiya xwe karbikin û zêde piþtgiriyê didine asîmlasiyonê? Her weha çima hinek ji me hêjî fahm nakin, ka sedemên hinga ku em hevûdinê dibînin û em ji hevûdinê fedî dikin çine, em nabînin ew ziman û çanda ku bi ked, zahmetên bav-kalan hatiye parastin wenda diben, kalik û nebî çima nikarin ji zimanê hevûdinê fahmbikin, ji ber çê evqas kes û malbat têne guhastin, hew baweriya neferên kulfetê malê(dê, bav, kal, dapîr, xuþk, bira, ap, xal û hwd.) bihevûdinê tê, em jî mîna gel û civakên xelqê fahmnakin ku modernîtekirin û hemdemîmayîna nav-kulturê tenê bi siyasetê, xebata çend kesan, hebûna peran û dewlemendiya malê dinyayê nayê zemtkirin, ji ber çê bav-kalên me gotine,”malê dinyayê qirêjan destane” û hwd.? Belê Xuþk, bira û xwandevanên birêz, weke ku hinek ji we hêjayan jî dizanin, min bersiva gelek ji van pirsan, li goriya zanîna xwe, di gelek nivîs û nêrînên xwe yên ku heta vêga di nav mediyayên Kurdî de hatine weþandin(mînak : Hûn dikarin ji kerema xwe ra binêrin, yên ku min di sala 1994 de *1, sala 2002 de *2, sala 13.05.2005 de *3 û di sala 22.11.09*4 de nivîsandine.) de daye. Û ewên ku min ew hêja bibersiv nekirine jî dixwazim mîna ku sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî, dibêjim“HAWAR” e êdî kalik û nebiyên me Kurdan ji zimanê hevûdinê fahmnakin! “HAWAR HEWAR! Hawar hewar Hawar hewar! Van çûçikan Genmê me xwar. Talan birin Wan dexl û pez Çeper çirandin Ketne rez. Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada me xwar Hawar dikim Ranabî kes Þêx û mela Û pîr û qes Bi xaç û xiþt Û mizgevt û dêr Em xistine Tora neyêr. “ Berdewama vê helbestê di *5 de ye ! „ KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN Qet nerm dikî dilê neyar Ev gazî û hawarê min? Piþtxûze, barê min giran Kî hilgirî vî barê min? Her roj û her êvar û þev Hawar û nalîn tên ji dev Guh nadine dengê me tev Heval û hem cînarê min Kurdên nezan û rê nenas Jar û reben,birçî û xwas Petrol di bin de,bê kiras Nabênî xweþ vî karê min“ Berdewama vê helbestê di *5 de ye ! Ez di dawiyê de dîsa weke ku min di gotara xwe ya di *6 de gotiye dibêjim, GAVA EM VAN ERKÊN XWE YÊN NETEWÎ NEYNÝNE CîH, EM JÎ DÝBÝNE ALÎKARÊ HELANDÝNA ÇANDE Û OLA KURDÎ YA HERÎ KEVNAR. Kemal Tolan 04.07.10 Çavkanî*: 1- Kemal Tolan, DENGÊ ÊZÎDIYA – Gulan 2606 hejmar 3 rûpel 18 2- Kemal Tolan, http://www.avestakurd.net/arshiv/avesta31/kemal%20tolan.htm , Hejmar 31, 01 Îlon 2002 3- Kemal Tolan, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/hinek-pirsgireken-helandina-ezdiyan.html 4- http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2143 5 - http://www.tirej.name/cegerxwin/4.html 6 - http://www.gelawej.net/kurmanci/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=349
| | |
|