Projeya Malpera Kaniya Sipî li ser Wêjeya Kurdî

www.kaniya-sipi.de
Hevpeyvînên taybet bi Nivîskarên Kurd re !!

Ji herçar perçeyên Kurdistanê
Nivîskarên Kurd,
beşdarî Projeya Malpera Kaniya sipî dibin

 <<< Vegere

Ahîn Zozanî

 

Kaniya Sipî: Mirov ji kê re dikare bibêje ev wêjevan e?

 

Ahîn Zozanî: Ji wan kesên ko dema merov nivîsa wan bixwîne, li ber birame û matmayî bimîne!

Ne her yekî/ê rahişt pênûsê û li ser pel du hevok rêz kirin, dê navê wêjevan lê bibe, ez bi xwe vê gelkî giran dibînim, çimkî wêje ew hest, çêj, mebest û zimanekî dirist e, xwendin û zanîneke bilind e.. Dema ev tev de di nivîsa nivîskarekî de peyda nebin, tu dê çawa wî bi (wêjevan) bi nav bikî?

 

Kaniya Sipî: Gelo wêjevan di nav kurdan de hene?

 

Ahîn Zozanî: Nivîskar pir in, belê wêjevan li ser tiliyan têne hejmartin, dîsan jî di vê rewşa ko Kurd têde dijîn gelekî baş e..

 

Kaniya Sipî: Cenabê we, wek rewşenbîr û nivîskar hun berbelavbûn û nivîsandina pirralî di wêjeyê de çawa dibînin?

 

Ahîn Zozanî: Gaveke mezin e, dema nivîsa kurdî belav bibe û piralî be, çimkî wêje bi xwe pêdiviya her awayê nivîsê ye, dîsan dibêjim dema bi zimanê dirist bête nivîsandin, hem jî mercên wêjeyî pêk bîne. Lê ko mebesta te nivîskarê nivîs piralî be, ez dibêjim wê ewqas ne serkeftî be.

 

Kaniya Sipî: Berhema ku bi kurdî tê nivîsandin, hetanî bi çi radeyê mirov dikare di warê rewşenbîriyê de sûdê jê wergire?

 

Ahîn Zozanî: Nivîsa bi kurdî zimanê kurdî radike û serkeftî dike. Dema xwendevan bîr û ramanên rewşenbîran yên nivîskî bixwînin, bê guman dê sûdake mezin ji wan bigirin..

 

Kaniya Sipî: Gelo rewşenbîrê kurd berhemdar e?

 

Ahîn Zozanî: Kekê hêja, ne çi kesê rahişt pênûsê bû rewşenbîr û berhemdar, dikarim bersivê bi du gotinan bidim; dema yek rewşenbîr be bi wata rewşenbîriyê, gerek berhemdar be..

 

Kaniya Sipî: Ev qonaxa ku nuha cîhan bi giştî û rojhilata navîn bi tayîbet tê re derbas dibin, tu çi navê rewşenbîrî layîqî wê dibîne, û gelo rewşenbîrê kurd di vê qûnaxê de dikare roleke çawa bileyize?

 

Ahîn Zozanî: Tev ko dem ya (internet, nûjenî û globalîzimê) ye..Ez bi xwe navekî rasterast yê rewşenbîriyê sezayî vê qonaxê nabînim, çimkî serdema stem û zor ye.. Îro roj tu dibînî, kesên nezan û dest gihiştî li her aliyê cihanê û bi taybetî li rojhilata navîn, mixabin di ser rewşenbîran re têne dîtin..!

Di nerîna min de pênûsa rewşenbîrên kurd herdem xizmetkariyê ji gelê me re dike.. Herwiha di vê serdemê de jî, rewşenbîrên kurd dikarin bi erkên xwe yên netewî rabin..

 

Kaniya Sipî: Zimanê kurdî yê helbestyane di çi astê de ye? Û di pêşveçûn û nûjenkirina vî zimanî de helbestvan dikare roleke çawa bileyize?

 

Ahîn Zozanî: Helbesta kurdî ya nûjen, wek zaroka ko nuh bi ser lingan bikeve, ta nuha bi zimanekî helbestyane yî xweser cih negirtiye..Dema rexne bi awayekî zanistî peyda bibin, dê helbest jî hino hino ji zimanê gelêrî rizgar bibe, wê hingê helbestvan dikare xizmeta reseniya zimên bike..Çimkî helbesta serkeftî roleke mezin di pêşketina ziman û firehbûna ferhenga kurdî de dileyize...

 

Kaniya Sipî: Gelo tunebûna zimanekî kurdî yekgirtî (standart) bandorê li wêjeya kurdî dike?

 

Ahîn Zozanî: Helbet tunebûna zimanekî standart bandorê li wêjeya kurdî dike û ta zimanekî kurdî standart çêbibe, gerek rewşenbîr û nivîskarên me gelekî xwe biwestînin.. Ji her çar aliyên Kurdistanê li hev rûnên û bighên encamekê, da karibin zimanekî yekgirtî ji gelê me re pêk bînin.

 

Kaniya Sipî: Sedemên tunebûna rexneyê di warê helbestê de çi ne?

 

Ahîn Zozanî: Ez bawer dikim, ko gelek nivîskarên me, ji rexnekirina hevalên xwe, xwe diparêsin.. 

Ji vê yekê jî ew rexneyan nakin û dema nivîskarekî ji xwe razî û jîr rexnê li hinekan dike, gelek dost û hevalên wî dijî rexna wî radibin, mixabin ew di paşeroja wêjeyê de naramin.. Hêvîdar im, ko çi nivîskar an helbestvan kêmasiyan di nivîseke weşandî de bibîne, wê rexne bike.

 

Kaniya Sipî: Ciyê afretê di helbesta kurdî de li ku ye, û çi taybetmendiyên vê ezmûneya helbestê hene?

 

Ahîn Zozanî: Ez dibêjim; mebesta te cihê afreta helbestvan û ezmûneya wê a helbestî ye?

Keko afreta helbestvan yan nivîskar derdên wê duqat in, çimkî civaka me ta roja îro jinê bi mirovantiya wê wê hest nake, herdem wê kêm û paşketî dinirxîne.. Vêca dema jin nivîskar be, şerê wê ji her alî de dibe û kesek bi destê wê nagire..

Hewldanên jina kurd hene û li ber xwe dide, nuha em gelek navan di warê nivîskariyê de dibînin, li gor dîtina min û li gor helbestvanên ko nûjeniyê dinivîsînin, ewqas cudahiyê di navbera jin û mêr de nabînim.

 

Kaniya Sipî: Nerîna te li ser rojnamegeriya kurdî ya Internetê ya nuha û bandora wê li ser wêje û peyva kurdî bi giştî çi ye?

 

Ahîn Zozanî: Rojnamegeriya kurdî gelek kêmasiyên wê hene, hêvîdar im ko rojname û malperên me bi asta rojnamegeriya welatên derdor û cîhanî ve xwe bighînin.. Ji hêla ziman ve jî kêmasî pir in, çimkî lêveger û serastkirina ziman nabe, ev yek jî bandoreke nîgatîv li ser paşeroja wêjeyê dike.

 

Kaniya Sipî: Kîjan malperê bêtir dixwînî?

 

Ahîn Zozanî:  Malperên kurdî bi tevayî wan dixwînim, lêbelê yên ko li nivîsan vedigerin û serastkirina zimên dikin, bêtir bala min dikişînin.

 

Kaniya Sipî: Ji bo bersivdanê û vê dema ku we da me Sipasiya weyên hêja û nirxbuha dikin.

 

Ahîn Zozanî: Ez jî spasiya we dikim û pêşketinê ji rojnamegeriya kurdî re dixwazim.