Projeya Malpera Kaniya Sipî li ser Wêjeya Kurdî
www.kaniya-sipi.de
Hevpeyvînên taybet bi Nivîskarên Kurd re !!
Ji herçar perçeyên Kurdistanê
Nivîskarên Kurd,
beşdarî Projeya Malpera Kaniya sipî dibin

|
Arşev Oskan
Kaniya Sipî: Mirov ji kî re dikarê bibêje ev wêjevan e?
Arşev Oskan: Mirov ji wan kesên ku dikarin destên xwe deynin ser birînên kurd, bi tevayî û bi dilsozî li êşên xwe mikur bên, bêyî ku têkevin bin bandor û tirsa ti aliyan, bêyî ku berjewendiyên xwe yên kesane di ber çavan re derbas bikin.
KS: Gelo wêjevan di nav kurdan de hene?
Arşev Oskan: Belê wêjevan li gorî derfetên di destên kurdan de û rewşa ku kurd têre derbas dibin hene. Ev pîvan dikare ji kesekî hetanî kesekî din jî cûdahî hebe, lê bi tevayî wêjevan di nav kurdan de wek hemû miletan peyda dibin.
KS: Cenabê we, wek rewşenbîr û nivîskar hûn berbelavbûn û nivîsandina pirralî di wêjeyê de çawa dibînin?
Arşev Oskan: Wêje bi xwe piralî ye, yanî ew kesên ku bi dahînanê ve mijûl dibin dikarin di gelek warên hunerî de tiştan biafirînin. Helbestvan dikare bibe romannivîs û wênekêş jî. Herweha dikare li sazê jî bide, ji ber ku ev hemû kar bi hev re tên girêdan û têkildar in.
KS: Berhema ku bi kurdî tê nivîsandin, hetanî bi çi radeyê mirov dikare di warê rewşenbîriyê de sûdê jê wergire?
Arşev Oskan: Sûdewergirtina ji berheman li gor asta bedewiyê tiştek e û li gorî asta zimanî tiştekî din e! Em dikarin bibêjin xwendevanê kurdî pir kêm in û li gor vê kêmbûnê sûde jî kêm tê wergirtin. Wêjeya nivîskî ya îro hina di warê xweparastinê û xweavakirinê de ye. Hîna jî em karin bêjin ku li xwendevanan digere û li cem gel bi tevayî ne bûye zimanekî rûniştî. Heta îro jî em nivîskar bi piranî ji hev re dixwînin û ev jî bi serê xwe dibe cihê daxê.
KS: Gelo rewşenbîrê kurd berhemdar e?
Arşev Oskan: Nivîskarên kurd berhemdar in, dema ku zemîn ji wan re bê raxistin, ji bilî wan zemînên ku niha em behsa wan dikin jî dîsa fîdakariyek e bê hempa dikin. Nivîskarên me li ser hesabê nanê zarokên xwe berhemên xwe çap dikin, ma ji vê mezintir hîna tiçtek heye? Li gel vê yekî dîsa jî, hene yên ku berê xwe ji berhemdana zimanê kurdî diguherin û berê xwe didin zimanê erebî û turkî û farisî ji bo pariyên nanê xwe. Heger tenê jiyana wan ji pirtûkên wan derbas bûbûya, wê bi dehqatan ji nuha bêhtir berhem bidana û nemûneya ku niha li başûr pêk tê li ber çavan diyar e.
KS: Ev qûnaxa ku nuha cîhan bi giştî û rojhilata navîn bi tayîbet tê re derbas dibin, tu çi navê rewşenbîrî layîqî wê dibîne, û gelo rewşenbîrê kurd di vê qûnaxê de dikare roleke çawa bileyize?
Arşev Oskan: Ligel hemû astengî û zora jiyanê dîsa jî kesayetên kurd wek rewşenbîr jî, bi nirxên buha kedê didin, lê ku tu ji min bipirse, ez ê bibêjim ne li gorî xwestekên min in. Divabû ku gelekî wek gelê kurd, di nav ewqas qedexî û sînoran de dijî, ji xwe winda dibin û winda bûne jî. Lê tiştekî pîroz e ku niha bi çi zimanî be jî li gorî prosesa kurdewarî, dîsa jî rewşenbîrên me xwedan rol û tevgerek erînî ne.
KS: Zimanê kurdî yê helbestyane di çi astê de ye? Û di pêşeveçûn û nûjenkirina vî zimanî de helbestvan dikare roleke çawa bileyize?
Arşev Oskan: Di baweriya min de, zimanê me ne bi helbestê tenê tê parastin, ji zaroktiyî û perwerdeyê bigre hetanî zimanê civaka derûdora mirov, badorekê li ser avakirina ziman dike. Lê taybetiya helbestê dibe ku ji aliyên din bêhtir ruh û hestê kurdî diparêze. Rewşa helbestê jî bi rewşa kurdan bi tevayî ya ku di nav derd û êşan de derbas dibe girêdayî ye.
KS: Gelo tunebûna zimanekî kurdî yekgirtî ( standart) bandorê li wêjeya kurdî dike.?
Arşev Oskan: Bê guman heger zimanekî yekgirtî hebûya wê saziyên dewleta me jî hebûya û dibistanên zanistî jî hebûya. Ev hemû tiştên ku min gotin ziman hem dewlemend dike hem jî diparêze. Niha gelek pirsgirêk di vî aliyî de ji me re derdikevin, ku her zaraveyek nikarin berhemên yên din bixwînin. Ne ji wisa bana, wê kurdan bi hemû zaraveyên ku berhemên hev bixwendana û ev bi serê xwe hêzeke wêjeyî bi xwe re diafirîne.
KS: Sedemên tunebûna rexneyê di warê helbestê de çi ne?
Arşev Oskan: Ev pirseke giring û pêwîste di hemû aliyên jiyana kurdan de, bi tevayî û bi taybetî jî di warê wêjenivîsê de. Rexneya ku ji bo avakirinê be, dibe yek ji alavên hêzkirina pênûsa nivîskarekî. Dibe mîna mamosteyekî ku wî bi kêmasiyên wî ve hestyar dike, yan mîna dektorekî ku nexweşiya wî teşxîs dike. Ma jê çêtir heye gelo? Lê mixabin ji bo ku em hev kêm bixin, gelek caran em rexneyên kujer li hev dikin û hevûdu dêşînin. Ev yek bi xwe nakeve xizmeta avakirina hiş û ramana dahînanî. Rexnekirin bi xwe kulturke zanistî ye, bi perewerdê re tê avdan û pejirandin. Heta ku em xwe fêrî wê pejirandinê bikin, divê asta me ya zanistî bilind bibe.
KS: Ciyê afretê di helbesta kurdî de li ku ye, û çi taybetmendiyên vê ezmûneya helbestê hene?
Arşev Oskan: Niha rewşa ku helbesta kurdî têde ye, ne gelekî zelal e. Gelek ji me hene mafên wan winda dibin û gelek jî hene derketine pêş di bin çavên kamîreyan de, bi alîkariya hin saziyên xwedî hêz. Heta ku ev rewş zelal nebe û komîteyên serbixwe yên bê alî wana nepîvin, mirov nikare bibêje ev helbestvan e yan ev ne ew e. Dibe jî gelek tu wan îro dibîne lê sibê tên jibîrkirin û gelek jî sibê derdikevin û niha kes wan nas jî nake.
KS: Nerîna te li ser rojnamegeriya kurdî ya Internetê ya nuha û bandora wê li ser wêje û peyva kurdî bi giştî çi ye?
Arşev Oskan: Ku tu pirsê ji min bike, bi tevayî ez ê bibêjim bi gihiştî rolekê di ragihandina bûyeran de dilîzin. Lê bi anîna gotina kurdî te bersiva min jî guhert. Gelek xwendevanên me kurdan niha derbasî malperên ku beşekî wê bi kurdî ye, nabin. Tenê li deriyê erebî, turkî didin û derdikevin. Yanî ez dikarim bibêjim rewşa ziman jî di xwendina malperan de, ne kêmî rewşa pirtûkên ku bi zimanê kurdî diweşin. Helbest ev rewş li bakurê kurdistanê hîn jî kambaxtir e.
KS: Kîjan malperê bêtir dixwînî?
Arşev Oskan: Ez wan malperên ku bi zimanê kurdî weşanê dikin ji yên erebî bêhtir dixwînim, ji ber du egeran, yek ji bo em wek her miletekî çavên xwe fêr bikin bi zimanê xwe bixwînin û wan malperên ku bi kurdî weşanê dikin jî, ji wan re alîgir bin. Ji wan malperan ez avestakurd.net - rojava.net - netkurd.net - welateme.com û her weha gelekî din jî dixwînim, ji wana a we jî kaniya-sipî.com di nav de ye.
KS: Ji bo bersivdanê û vê dema ku we da me Sipasiya weyên hêja û nirxbuha dikin.
Arşev Oskan: Ez jî sipasiya we dikim ji bo guhdana van mijarên giring, yên ku bi rastî bêhna êşên me ji wan tên.
|