Projeya Malpera Kaniya Sipî li ser Wêjeya Kurdî

www.kaniya-sipi.de
Hevpeyvînên taybet bi Nivîskarên Kurd re !!

Ji herçar perçeyên Kurdistanê
Nivîskarên Kurd,
beşdarî Projeya Malpera Kaniya sipî dibin

 <<< Vegere

Cankurd

 

Hêjayan birêzan, ev çaxê we bi xêr,

 

Hêvîdar im ku kêlîkên we, rojên we, hemî xweshî, hezkirin, peyv û dahênvanî bin.

 

Hêjayan xemxwerên peyva kurdî, nivîskar, rewshenbîr û helbestvanên hêja, bi navê peyvê û bi navê malpera www.kaniya-sipi.de weyên birêz vexwendî bersivdana van pirsên jêrîn dikim.

 

Kaniya Sipî: Mirov ji kî re dikarê bibêje ev wêjevan e?

 

Bersiv:

 

Mirov dikare bo her kesekî bibêje: Ev wêjevan e, gava ew bihayê peyvê bash binase û bash wê bi kar bîne…Wêjevanî hezkirina peyvê ye, nirxandina wê ye, bilindkirina ciyê wê ye, di ser tiving û zêr û malê cîhanê re… Dibe ku wêjevan helbestvan be, an çêroknivîs, an shanovan an jî lêkirê babetek dî be, hema pêwîst e ew di nav gel da wek wêjevan bite nasîn û binavkirin. Hinek niviskar jî hene, pash ku koç dikin diyarê dilovaniya Xwedê, ji nû di nav gel da tên nasîn, gel li berhemên wan digere û buhayekî giran didin bo xebata wî wêjevanî.

 

Kaniya Sipî: Gelo wêjevan di nav kurdan de hene?

 

Bersiv:

 

Kurd wêjevanên payebilind in, binêrin stranbêjekî Kurd rewsha Çeko, ku kurmamê Zînê bû, di „Memê Alan“, gava ew dixeyide, çewa tîne zimên:

 

„Ez Çeko me, ez ne î dîn im, gurê çilek, zikbirçî û dev bi xwîn im…“

 

 Dibe ku Shakespeare bi xwe nikanibe tishtekî wilo nêz bo kesekî xeydî bîne… Di pevekê de xwe dide nasîn, xwe bi gurekî manendî dike, û li pey hev, sê rewshtên wî tîne ber çavan: çilek, zikbirçî û dev bi xwîn… û wilo gelek rewsht û dîmenên wêjevanî yên bilind di çandeya me ya devkî û nivîskî de hene…Lew re, ez dikanim bibêjim ku di efsane, çêrok û stranbêjiya kurdî da, wêjevaniyek bêwekanî heye…

 

Kaniya Sipî: Cenabê we, wek rewshenbîr û nivîskar, hun berbelavbûn û nivîsandina pirralî di wêjeyê de çawa dibînin?

 

Bersiv:

 

Di serî de, hinek wêjevan hene, ku kanîna wan wilo tabelav e, di her warekî wêjevaniyê da berhemdar in… Lê hene kes, dixwazin ku di her dîlanekê da ciyê xwe bistînin, hêza wan hebe an tune be, hema mirov zû dikare wan ji yên dî cihê bike… Bêguman gava mirov tenha di warekî da binivîse, wê roj bi roj bashtir berheman lêbike, û hozanvan ê ku tenê xwe bi hozanvaniyê gêro dike, di zireya wê ya fireh da bashtir avjenînê dike, navdartir dibe, lê naye wê wateyê, ku ew tenha hozanvan e, nabe xwe di shaxekî dî yê wêjevaniyê da bide nasîn. Dibe ku ew di ber hozanlêkirinê ra çêrokbêjekî mezin be jî… Nirxandina her berhemekê bi serê xwe ye, ne ji ber ku ya filan kesî ye… Rexnevan li ziman û naverok û durreyên wêjevanî digere û bash dizane, ka ev helbest, an ev roman hêja ye an ne… Ez tew çewt nabînim, ku wêjevanek di gelek waran da binivîse, lê divê ew li xwe zor neke…Gava ew ne helbestvan be, pêwîste ew xwe bi binzor neke…

 

Kaniya Sipî: Berhema ku bi kurdî tê nivîsandin, hetanî bi çi radeyê mirov dikare di warê rewshenbîriyê de sûdê jê wergire?

 

Bersiv:

 

Astenga li ber niviskarê kurd ewe, ku xwendevanên berhemên wî yên bi Kurdî hindik in, lew re hinde niviskarên me hosan dibin û ber bi zimanên biyanî direvin, lê ez dibînim ku pir pêwîste yek hebe bo Kurdan binivîse, dibe ku di pasherojê da pisht û nijadekî kurdî derkeve, ku li ber xwe hîç berhemekê bi zimanê dayik û bavan nebîne, eve jî nebash e… Bi Kurdînivisandin ne asan e, ji ber ku bazara pirtûka kurdî teng e, neyar pir zorê li niviskarê kurd dike, kesek pishtvaniya wî nake, ew sêwî ye, bêkes e, heger seriyê xwe nexîne bin basikê partiyekê an saziyekê, ew ji belavkirina berheman bêpar e…Mixabin li ba hinde weshankaran hîn nasnameyên olî, êlî, partînî û herêmî jî tên dîtin… Lew re sûdgirtin ji berhemên bi Kurdî, di pasherojê da heye, gava Kurdistan di piraniya xwe da azad be, îro pir tengahî hene…

 

 

Kaniya Sipî: Gelo rewshenbîrê kurd berhemdar e?

 

Bersiv:

 

Bêguman, berhemdarên Kurd gelek in, çi li welêt û çi li derve, lê wekî me gotiye, bo wan pishtvan hindik in… Ji aliyê xwendevan û ji aliyê weshankaran va, ji aliyê fermî va û ji aliyê saziyên çandeyî va… Min ta îro nebihîstiye ku rojekê berpirsê weshanxaneyekê hatiye ba niviskarekî kurd û jêre gotiye: „Ka em ji te ra pirtûkên te biweshînin…“ Ew bi xwe diçe li ber wan digere an jî weshanxaneyekê bi xwe pêda dike û li dawiyê ziyanek diravî ya mezin dibîne… Ez  hinde nivîskaran dinasim ku bêtir ji deh nivîskarên Ereb an Ewrûpî berhemdartirin, lê mixabin ewana Kurdin, û niviskarê kurd bê xudan e… Bêguman mamhosteyê hêja Zeynulabidîn Zinar, seydayên navdar ên mîna Bozarslan û Celîlî ji niviskarên me yên pir berhemdar in, ewan mîna h’êrên zeytûnên deshta Kitix in li Çiyayê Kurdan, ku mirov di ber  wan  h’êran da amade ye xwîna xwe jî bide…

 

Kaniya Sipî: Ev qûnaxa ku nuha cîhan bi gishtî û rojhilata navîn bi tayîbet tê re derbas dibin, tu çi navê rewshenbîrî layîqî wê dibîne, û gelo rewshenbîrê kurd di vê qûnaxê de dikare roleke çawa bileyize?

 

Bersiv:

 

Cîhan û Rojhilata Navîn jî di nav da, di dembirrek „Hevcîhanî“ da ye…Berê Rojhilat û Rojava ji hev dûr bûn, Rojhilat a Navîn wekî girekî di nav du zeviyan da bû, lê niha teviya cîhanê bûye deshtek fireh û pan, çande û serohat tev li hev dibin, sînor û serhed  radibin, agahî û nûçe bi asanî û bi zexim dikevine destê mirov, ku ew teviya cîhanê ji xwe re wekî gundekî dibîne, ku xelkê wê hev dinase, gotina di vê malê de bi shev tê kirin, roja dî li ser hemî zimanan e…

Hinek roshenbîrên vê cîhanê, ku xilatên giring mîna ya Nobel di wêjevaniyê da girtine, dikarin bi sirek mezin û pir giring rabin, bo xortkirina ashtiyê, paristina komikên civakî, olî, neteweyî û çandeyî, lê mixabin, roshenbîrê kurd hîn di fargona dawî ya tirêna cîhanî da ye, ew nikane bash hikariyê di civaka xwe ya kurdî da bike, ma wê çi hikariyê li mirovatiyê bike, hema ne dûr e ku wêjevanekî me jî ji nishka ve wilo navdar bibe, ku xelkê jîhanê guhdariya wî bike… Bêguman heger Ahmedê Xanî an Melayê Cezîrî an jî Feqê Teyran, ne Kurd bana, wê niha li teviya cîhanê navdar bana, mixabin ta niha berhemek wan nehatiye wergerandin bo zimanekî nêvneteweyî…

Azadî bi xwe re gelek delîveyan tîne, û niha ji roshenbîrê kurd tê xwestin ku ew bi histobariya xwe ji bo bi destxistina azadiyê rabe, divê ew barê xwe di her warekî da hiligire, da ew di serkêshiya gelê xwe da bi sira xwe ya giring rabe…

 

Kaniya Sipî: Zimanê kurdî yê helbestyane di çi astê de ye? Û di pêsheveçûn û nûjenkirina vî zimanî de helbestvan dikare roleke çawa bileyize?

 

Bersiv:

 

Zimanê Kurdî bi gishtî tê wêrankirin, roj bi roj peyvên biyanî di nav de pirtir dibin…Berî niha bi çend rojan min guhdariya roshenbîrekî li ser Paltalkê dikir û min di ber re peyvên biyanî, yên ku wî bi kar dihanîn, dinivisandin…Ez çi bêjim?! Roshenbîrê hêja zimanê me kiribû shorbeya qereçiyan…Mixabin, saziyên me, nûçevaniya me, partiyên me û bi taybet di nav roshenbîran da zimanê me tê tar û mar kirin, hilweshandin û binsolkirin…

Hene roshenbîr û „Wêjevan“ ên kurd tew nema bi Kurdî tishtekî dinivîsin… Di rewshek wilo da, û bi ser da jî hebûna sê shêweyan ji tîpên kurdî (Erebî, Latînî û Kirîlî) wê bo helbestvan jî ne asan be, ku pêshve biçe û berhemdariya xwe bide nasîn. Di televisiyûnên kurdî da her roj stranên bi kurdî tên bihîstin, lê pir kêm û hindik tu dikarî helbestekê bibihîsî…

Ziman naye nûkirin, ziman tê firehkirin, lê bingeh û maka her zimanekî divê wekî xwe bimîne…Turkan zimanê xwe wêran kirin, û niha zimanekî tevlihev ji xwe re bi kartînin, her peyvek ji zimanekî… Helbestvan dikare zimanê dayikî biparize, û gava yek helbestên wî bixwêne, wê mîna helbestvan zimanê xwe biparize…Heger Ahmedê Xanî û Melayê Cezîrî  peyvên Erebî û Farsî û Turkî wilo pir  bi kar ne înana, dibe ku niha rewsha zimanê me niha bi terzekî dî be…. Hinek helbestvan hene, mixabin, wekî lêgerê ferhengê her û her li peyvên nebihîstî û ji gel ve nayin têgihîshtin digerin, zimanê wan ne asan e, divê bo xwendina helbesta wî hercar ferhengek li ba te hebe, ev shêweyê helbestvaniya giran tew ne bi dilê mine…

 

Kaniya Sipî: Gelo tunebûna zimanekî kurdî yekgirtî (standard) bandorê li wêjeya kurdî dike.

 

Bersiv:

 

Bêguman…tabelaviya zaravên kurdî û tunebûna zimanekî tevnek (Standard) hikariya (bandora) xwe li wêjevaniya kurdî  û li wêjevanê kurd dike. Di serî da, divê em di nav nivîskarên kurmanc da, zimanekî tevnek pêda bikin, eve jî gavek mezin e ber bi yeksanekirina teviya zimanê kurdî. Niha di nav Kurmancan da, çi li Kurdistanê û çi li derveyê welêt, hemahema ev gav bi cîh hatiye, mixabin hinek  kes hene, deh sal nebûne ku fêr bûne zimanê dayikî, lê ji ber hinde eger û delîveyan xwe kirine zanayên zimanî û gava behemek dikeve destê wan, zimanê nivîskar li gor zanîna xwe ya hindik û kêm diguhêrin, tevî ku Kurdiya wan gelek qels û kêmpeyv e û  li gor rêziman a turkî dinivîsin. Eve jî ji aliyekî va zimanê me hildiweshîne û bi pash dixîne.

 

Kaniya Sipî: Sedemên tunebûna rexneyê di warê helbestê  de çi ne?

 

 

Bersiv:

 

Ji xwe rexnekarî di nav Kurdan da bi tirs e, û ta niha dibistanek rexneyî di nav çandeya me da cî negirtiye, û hinde rexnevanên ku hene, ji ber gelek egeran newêrin bash li ser karê xwe rawestin, û nikanin „xatirshikandin“ a nivîskaran bikin. Ev bermaya civaka me ya sofîtî û axatî ye. Berê te nedikanî rexnê li melê an li axayê xwe bikira, di civaka (bavî) da , tew kur nikane tishtekî li ber bavê xwe bibêje, û Kurd helbestvanê xwe mîna meleyekî, axayekî an bavekî dibînin. Em tev dizanin ku kêmaniyên wêjevanî û helbestvanî li ba helbestvanê me yê navdar hene, lê ew ji me re wekî bav e, çewa emê rexneya wî bikin?

Lê mixabin, hinekan jî xwe wekî rexnevan didin bêlîkirin, lê di rastiyê da ji devavêtina hozanvan û nivîskaran tiştek ji destê wan dernayê, ewana jî nikanin bibin dibistan ji rexnevanê kurd ra…

Di polîtîkê da jî wilo ye, gava tu rexneya rêber bikî, wê stoyê te bi bin ve be… Wê te bikine ajanê gelek dewletan, wê te bikin, ku nema êdî tu di jîna xwe polîtîkê dikî, an jî wê te bidin ber lêdanê an jî te bikujin…

Bo rexnevan derî girtî ne, gava ew rexneyekê li ser berhemek helbestvanî bike, wê malper û televîsyon û pirtûkxane li ber wî venebin, lê gava ew pesina serokekî bike, wê herroj bite vexwendin û wê pirs jê bên kirin… Di rewshek wilo da, ez dibînim ku tenha guhartinên aborî û civakî di nav neteweya me da wê ji bo rexnekariya wêjevanî delîveyekê bînin. 

 

 

Kaniya Sipî: Ciyê afretê di helbesta kurdî de li ku ye, û çi taybetmendiyên vê ezmûneya helbestê hene?

 

Bersiv:

 

Gava em li pash xwe binêrin, emê siya afretê di nav dûroka xwe ya helbestvanî da nebînin, û mebesta min helbesta kurmancî, ev e jî diyar dike, ku pevgirêdanek pir xort di nav pêshkeftina civakê û derîvebûna li ber afretê heye. Em tev dizanin ku stranbêja me ya navdar Ayshe Shan, di rewshek aborî ya pir wêran da jîna xwebir serî. Bêguman hinde helbestvanên mê, ku îro helbestên xwe bi azadî belav dikin û  ya di dilê xwe da bêtirs didin der, û bi taybet di va dema dawî da, wê berî niha li welatê me bihatana kevirkirin… Afret ta niha mijar e, qiblegeha hozanvan e, sing û berê wê balifê bin seriyê evîndar e, lê ew bi xwe hîn ne bûye xwedana destxistinek wêjevanî ya serbixwe, ne bûye xudana malê xwe…Gava ew devê xwe ji hev vedike û evîndariya xwe wekî serkêşiya dîlenê dide xuyakirin, kevirê wê tê avêtin, an jî ew mina jinek ne dir ê da ye, tê şeqlekirin…

Helbestvanên jin ên ku roj bi roj siya xwe ya dirêj davêjin ser helbesta kurdî, hîn hemî kulîlkên, ku di sîngên wan da, dibishkivin, naxînin ser pelikên pirtûkên xwe û li ber mêran helbestên xwe nabêjin û naxwûnin… Eve ne tenê fedîbûn û shermî ye, ev tirs e û ji tirsê pê ve min navekî dî jê re nedît. Civaka ku tirs tê da heye, civatek ne azad e…Ez tirsa afretê di her helbestek helbestvanên me yên mê da dibînim…Lê di koka xwe da, hem mêr û hem jin, mirov in, berhemdariya wan jî  mîna hev e, mêr di warekî jînê da neketiye pêşhiya jinan, dibe ku qadên kuştin û wêrankirinê da…lê diyar e ku mijarên helbestvan a jin piçekî cihê ne,  bêtir bi kesaniya xwe ve gêro dibe,  bêtir di razanga evîndariya xwe tirsonek da dimîne…Hîn teqînek wilo mezin ji aliyê helbestvana kurd ve nehatiye bihîstin, lê ew di rê da ye… Ez hinek helbestvaên jin  ên bash serkeftî ne, niha dibînim.

 

Kaniya Sipî: Nerîna te li ser rojnamegeriya kurdî ya Internetê ya nuha û bandora wê li ser wêje û peyva kurdî bi gishtî çi ye?

 

Bersiv:

 

Min berê gelek caran raya xwe bi hinek gotarên bi Erebî li ser rojnamegeriya kurdî ya internetî daye. Mixabin, di nav van malperan da gelek sînor û serhedên ramiyarî hene, min gelek caran gotar an berhem bo hinde malperan hinartine, nehatine belavkirin, lê pisht re min wan berhem bi navekî dî hinartine, yekser hatine belavkirin. Pir sernûser jî hene, tew berheman naxwînin, ji xwe li ba wan tenha tishtek giring e, ew jî; kî berî kê vê berhemê an wê belav dike, hema naveroka wê tew ne giringe… Hinek malper jî, ku li ba wan “navên qedexekirî” wekî (Index a neyar) hene, bo filan kesî nabe yek berhem bite belavkirin… Eve ne tenê pashkeftin e, eve têrora bangeshînî ye, ku di sîstemên Nazî, Fashî û Tûranî da hebûn, û hîn jî li ba hinek sîstemên pashkeftî hene. Bêguman ewê ku di jîna xwe da du gotar nenivisandine, nikane bibe rojnamevan, lê dîsa jî her yek dikare malperek giranbiha veke û bibe berpirsekî rojnamevaniya êlêktronî… Bêguman hinek malperên hêja jî hene, berpirsên wan wêjevan in an jî zimannas in, ji wan hene lêkolîner û helbestvan in, evana diknin ji bo wêjevaniya kurdî xebatek mezin bikin, û pêwîst e sazî û roshnebîrên me jî ji wan re bibin pishtvan, da karê xwe bi pêsh ve bibin…

 

Kaniya Sipî: Kîjan malperê bêtir dixwînî?

 

Bersiv:

 

Ez bêtir wan malperan dixwînim, ku têkiliya wan bi mijara ramiyarî ya gelê Kurd ve hene, lê rast ez gelek malperan vedikim, di nav da li pir agahiyan digerim, çi Îngilîzî bin, çi Almanî an Erebî û Kurdî bin… Ji xwe ewê her roj nexwîne pêshnakeve, bo vê yekê jî, ez pir dem di nav malperan da derbas dikim, lê hinek malperên taybet bo min hene, ez wan her roj vedikim, di nav da hene hinek ên ku xwe bêtir bi wêjevaniya kurdî ve gêro dikin...

Internet wan sînor û serhedên, ku neyaran di nav neteweya me re kishandine, çirandin û pûçkirin…Ez li mala xwe me, lê ez li Amedê me, Hewlêrê, Mahabadê, Efrînê,  Qamishlokê û li her derekê me, ku bihna roshenbîrî û wêjevaniya kurdî jê te.

 

Kaniya Sipî: Ji bo bersivdanê û vê dema ku we da me Sipasiya weyên hêja û nirxbuha dikin.

 

Bersiv:

 

Gelek supas, hûn bimînin di xêra Xwedê da, û serkeftin bo karê we hêja…

 

Kaniya Sipî: Bimînin di xweshiyê de, Birayê we Serhan Isa berpirsê giştî yê malpera kaniya sipî