Projeya Malpera Kaniya Sipî li ser Wêjeya Kurdî

www.kaniya-sipi.de
Hevpeyvînên taybet bi Nivîskarên Kurd re !!

Ji herçar perçeyên Kurdistanê
Nivîskarên Kurd,
beşdarî Projeya Malpera Kaniya sipî dibin

 <<< Vegere

 

Kovan Sindî

 

projeya malpera kaniya sipî li ser wêjeya kurdî bersivên nivîskarê kurd: Kovan Sindî
Kaniya Spî: Mirov ji kî re dikarê bibêje ev wêjevan e?. 

Kovan Sindî: Bi rastî ev pirsên han hevîreke pêwîstî gelek avê ye. Pir caran demê bersiva hinek pirsan dihête dan, bersiv bi xwe jî dibe pirs. Er bi pirsîn:çawa goka  zemîn gruverre?. Bê guman ev pirseke filosofiye, ji ber ku me pirs bi peyva“ çawa“,dest pê kir, ne ku bi peyva“buçî“ ji ber ku di filosofiyê û zanistê da ev du hevok ji hev cudane, ramanên wan ne yekin.   

 

Gelek caran li ser wêjey jî mirov van gotin yan pirsên weha di bihîse. Her reftarek yan rewiştek bi astê insên yê hizirî ve hevbeste, tişta ku me ji aferînişên din ciyawaz dike tenha, hoşmendiye’conciuosness’.

 

Li vir me ne got ’demax’ yan ’mejî’ ji ber ku hoş ji mejî ciyawaze, dibe gelek giyandaran mejî hebe welê bêhoşin û bêguman aferînişê tenha dikane hiziran li ser xwe û jîngeha xwe bike mirove. ew jî bi saya serê hoşdariyê. 

 

Qet naxwazim ji babetî derkevim welê van gotinên han hevpeywendî bi wêjeyê ve heye ji ber, ku wêje berhemê çalakiyên miroviye di siruştî da, anku berhemeke ku di koka xwe da li dijî siruştîye, neku ji xwezayê hatiye aferandin, belê berhemê hizir, bîr, buçun  û derbirrînên insên bixweye.   

 

Li vir em dikanin bêjin ku siruşt û wêje du babetên beruvajî hevdu ne. Madem me behsê hiziran kir, em neçarin ku behsê astê wan jî bikin, ji ber ku ew ast kesayetiyê dide xuya kirin û xodanê  xwe ji bin perdeyan derdixe. Ev astên hizirî jî bi gelek peyrewên komelgehî ve hevbendin, bi civak, ohl, resen, jîngeh, keş, ramiyarî, aborî û htd.     

 

Rewişt û reftar ji egera bizavên hizirî ne. Hizir jî ne bi serê xwe ne, gelek bandor li ser hene, hokarên van bandor û kêncan jî elbet civake, jîngehe, siruşte û htd. Ev prossêse bi du şêweyan Makro dij Mikro kêncê li mirov dikin. Mirov dikane systema Mîkro şirove bike ji ber, ku ji navoka civakê dest pê dike, navoka civakê jî xêzane,  welê pir sexte ku  mirov systema Makro şirove bike ji ber ku destgahên bilind yên weke rijêma ramiyarî, komelgehî, ohlî, aborî dest pê dike heta digehe xêzanê, anku ji serî dest pê dike heta digehe binistrê.   

 

Em dîsan hinek behsê mejî’mox’ bikin, çunkî em neçarin xwê ya xwe bikin vê girarê. Mejî ji du systeman pêk dihêtin 1.Central Nervous System û 2.Peripheral Nervous System .

 

Yê yekem ji demax û moxikê di stûna piştê da pêk dihêt. Yê duwem, ji reseptorên hestiyar yên di pîstî da, hevbendiyên motorîk ji wir bu musklan û hevbendiyên hestdar û motorîk bu organên nêvnax pêk dihêt. Dibe ku  hinek xwendevan bêjin,’ev çi dibêje?. Wêje li kî derê û CNS li kî derê’.  

 

Welê herdu weke goşt û hestî bi hevra hevbendin. Ji ber ku insan di jîngeheke fysîkî  da dihêt jiyan û bi çi awayan jê xilas nabe. Evca li vir mirovê Kurd di jîngeheke piralî da tê jiyanê, ev jîngeh bi gelek biyavan da dijayetiyeke restewxo li gel mirovê Kurd dike.

 

Herewha mirovê Kurd di van systeman da ruşt dike, Mîkro, Ekso û Mêso. Anku ji xêzanê bigre heta digehe zanko û destgahên dewletî yên din. Evca ev destgah ne Kurdîne, hinek destgahin ku li dij hebuna mirovê Kurdin, ji hemî aliyan ve. Du prosês hene ku insan di navnaxê xwe da di colêne 1.Internalization û 2.Externalization.    

 

Yê yekem ewe demê ku mirov rewişt, reftar, zanist, rabun, veniştin ya ji civak yan ji kesên di jîngeha xwe ya fyîskî da hîn dibe. Hin kesan yan  rêbazan ji xwe ra dike pêşwêne’Ideal’ û ji wan hîn dibe  rewiştên jiyanê.

 

Ya duwem, ewe demê mirov reftar, rewişt, zanîn, tîtal, hizir û bîrên xwe derdixe. Evca van prosêsan kênceke mezin û bêpayan li ser derun, rewan û naxê insanê Kurd heye.

 

Mixabin heta niha jî kesên me hene ku xwe nas nekirine, ji ber ku systema yekem bandoreke mezin li ser rewanê wan heye. Di vê ruwangeyê da eger em mêze bikin emê kesên Kurd bibînin ku heta niha jî  xizmeta desthilatdaran dikin û  ji gelek aliyan ve, yek ji wan jî Wêjeye.

 

Bi dîtina min yê ne bi Kurdî bi nîvîse ne nîvîsereke Kurde. Em xwe di xapînin eger wî weke  nîvîsereke Kurd bidin nasandin. Erê ew kesê nikane risteyekê yan peyvekê yan jî nikane xwe bi Kurdî derbibirre ew nivîser Kurde?. Bersiv:Nexêr. Ji ber ku ew xizmeta wêjeya milletek biyanî dike, zimanê wî xurt dike û peyva Kurdî dikuje. Erê romannivîsê  Elman, ’Karl May’ Kurde ji ber ku romana xwe Durchs Wilde Kurdistan nivîsiye?. Evca ev mînak bu her kesêye, yê ne bi Kurdî bi nivêse.   

 

Gelek mixabin ku we ev pirs ji me nekir û ne di nav rêza pirsan dabu. Belê pir giringe ku bas bikîn.
 

’Hemî wêjevan mirovin welê hemî mirov ne wêjevanin. Hemî helbest hevokin, welê hemî hevok ne helbestin’.
 

Wêjevan ew kese yê ku peyva wî bi çerxan ra sax bimîne. Bu mînak hezretê Sokrat, demê di penda xwe da dibje;’ez tenha tiştekê dizanim ew jî ewe, ku tiştekê nizanim’. 

 

Ev gotin ji berî pitir ji duhezarûçarsed salan hatiye gotin, welê heta niha jî li ser zimanê me vedigere. 

 

Yan jî Saad Shîrazî, demê dibêje;’Karê her bizinekê niye gêrê bike, gayê nêr divê û mêrê pîr’.

 

Yan jî fîlosofê Kurd ’hezretê Cizirî’, demê li ser felsefeya hebunê  û Gerdunê yan kehkişanê, anku ‚Universum’, di peyve. Herweha li ser felsefeya duwalîzmê, tiriyalîzmê, monoizmê û  Perfectionîzmê di peyve.  

 

Yan jî felsefeya hezretê Xaniyê mezin gava li ser gelek babetan û yek ji yên here giring Nationalizm di peyve. Mînak zohrin, welê wêjevan bi kurtî ew kese yê peyamekê bigehîne yê li hemberî xwe. Gotina wî  kênca xwe bike û eger mirov di xew jî da be mirovî hişiyar bike.    

 

Kaniya Sipî: Gelo wêjevan di nav kurdan de hene?.

 

Kovan Sindî: Bêguman wêjevanên pir hêja di nava Kurdan da hene. Yên weke hezretên Xanî û Cizîrî hêjatrîn mînakin.   

 

Kaniya Sipî: Cenabê we, wek rewşenbîr û nivîskar hun berbelavbûn û nivîsandina pirralî di wêjeyê de çawa dibînin?.

 

Kovan Sindî: Bi dîtina min piralî li cem gelek kesayetiyên wêjevan peyda dibe, ji ber ku ew ne bi destê xweye, hizirên wî hemî gavan bi ciwaniyê ve hevbestin. Evca ciwanî piraliye û piralî ciwaniye.  
 

Kaniya Sipî: Berhema ku bi kurdî tê nivîsandin, hetanî bi çi radeyê mirov dikare di warê rewşenbîriyê de sûdê jê wergire?.

 

Kovan Sindî: Bi rastî ev pirseke daxbare, ji ber ku me xwendevanên Kurdî pir kêm hene. Gelek dibêjin eger ji hejariyêye, welê ez weha nabînim. Hindistan yek ji welatên hejare, welê yek ji wan deh welatane yên pitirîn pertuk lê dihên xwendin.   Bi dîtina min  bandorên gelek mezintir hene ku pirsê peyda bikin, weke prosêsa internalization ya milletên paşvero yên em di navda dijîn kênca xwe li derun, rewan û naxê me kiriye, ku em hez ji xwendinê nekin. Elbet nebuna welateke serbixwe û  zimaneke standard jî hokareke. Welê herdîsan  di hemî çerxan da pir mifadare, ku bi Kurdî were nivêsîn ji ber ku peyva  Kurdî di parêze û zîndî dihêle.  Ji bu nifşên pêşerojê wê bibe jêderek pir giring.    
 

Kaniya Spî: Gelo rewşenbîrê kurd berhemdar e?.

 

Kovan Sindî: Belê, bêguman berhemdare, welê bi ast û coreyên cêwaz.
 

Kaniya Sipî: Ev qûnaxa ku nuha cîhan bi giştî û rojhilata navîn bi tayîbet tê re derbas dibin, tu çi navê rewşenbîrî layîqî wê dibîne, û gelo rewşenbîrê kurd di vê qûnaxê de dikare roleke çawa bileyize?.

 

Kovan Sindî: Cîhan bi giştî di qunaxa Cîhangîrîyê ’Globalizm’da berbaz dibe. Ev karê han elbet kênca xwe li ser rewşenhizirê Kurd jî dike. Welê li vir  divê rewşenbîrê Kurd bizaveke pir mezintir bike heta hebuna peyva Kurdî di nava wêjeyên cîhanî da bi parêze.  Ji ber ku ev wêjeyên cîhanî bi zanist û pêşketina xwe qelsiyê têxe zimanên din. Li gor gelek zimanzanan heta sîh salên bihên gelek ziman namînin anku wê bimirin. Evaca divê em zendên  xwe hildin di hemî biwaran da bi xebitin. Em hewl bidin ku zimaneke zansitî, ramiyarî, aborî, pîşsazî, felsefî, psykologî û nexşnîgarî pêşda bibin.  

 

Kaniya Sipî: Zimanê kurdî yê helbestyane di çi astê de ye? Û di pêşeveçûn û nûjenkirina vî zimanî de helbestvan dikare roleke çawa bileyize?. 

 

Kovan Sindî: Bi dîtina min helbesta me ya niha gelek qelse,  lawaze û zimanê wê ne zimanê helbestêye, wêjeyê ye belku pitir zimanê kolanêye. Ev jî vedigere ser astê nivîserî yê zanînê di derbareyê wêjeya Kurdî ya kevin û hevçerx da. Ji berku wêjeya Kurdî pir kevinare, divê em ji hezretê ’Zerdeşt’ drud li ser bin, dest pê bikin û heta niha. Ji berku Avesta jî parek ji wêjeya Kurdî ye.  

 

Mixabin gelek rewşenbîrên me yên berêz demê qala bandora zimanên biyanî li ser Kurdiyê dikin  Farsî jî di hejmêrin, welê bi dîtina min ev çewtiyeke, ji ber ku ev herdu ziman  ji gelek aliyan ve hevpişkin. Em nikanin bi çi awayan van herdu zimanan ji hev bikin, weke xûn  û goşt bi hevra hevbestin. Weke du zaravnin, hindî yek hebe ya din jî wê  bimîne. Gava me peyvek windakir em hîngê dikanin ji Avestayê wergirin û ev ne kêmatiyeke ji berku zimanê me di bigeha xwe da Avestayî ye, Avesta jî zimanê pîroz yê Ariya ne. Divê em ji Tirkî yan ji Erebî peyvan ne stînin, ji ber ku  çi hevpeywestiya van herdu zimanan qet bi Kurdî ve Nîne, ev herdu ziman xeterin li ser Kurdî.  
 

Kaniya Sipî: Gelo tunebûna zimanekî kurdî yekgirtî (standart) bandorê li wêjeya kurdî dike?.
 

Kovan Sindî: Bêguman bandor heye, welê divê em xwe ne tirsînin, berdewam bin, eger Kurd di warê ramiyarî da pêşda herrin wê kênceke erênî li ser zaravên Kurdî hebê, û wê hêdî nêzîk hev bibin ev pirsgirê wê bi burîna zeman ra were çare kirin.  
 

Kaniya Sipî: Sedemên tunebûna rexneyê di warê helbestê de çi ne?.  

 

Kovan Sindî: Tunebuna rexneyê prosêsek deruniye, demê hinek ji me rexnê dikin jî ne bi awayeke zanistî dikin, belku pitir ji bu kêmkirin, bêrêzkirin û sivikkirina nivîseriye. Ev jî dîsan vedigere ser prosêsa Internalization ji ber ku em wê di bin barên derun yên sext, zehmet, weke girtin, lêdan, kuştin, derbederkirin, mişextkirin û zordariyê da mezin bune. Evca demê em rexnê dikin jî pir dijware, heta mixabin digehe radeya dijun, vês û sixêfan.  Elbet nebuna rexneyê wêjeya Kurd pir qels, laxer û lawaz kiriye.

 

Kaniya Sipî: Ciyê afretê di helbesta kurdî de li ku ye, û çi taybetmendiyên vê ezmûneya helbestê hene?.

 

Kovan Sindî: Ciyê jinê, di wêjeya Kurdî da ne jêhatiye, ji berku  jina Kurd gelek caran bin deste, heta niha jî azad nebuye, gelek koşiş jêra divêtin, mixabin jina Kurd jî ne gehiştiye asteke weha peya bilind ku daxwaza  mafê xwe bike û xwe nêzîk astê mêran bike. Mêr dikanin bi şox u şengan  vebêjin, welê  ji bu jinan pir sexte ku raza dilê xwe aşkira bikin. Evca neçar dibe ku bi rêya prosêsa ’Sublimation’ raza xwe derxe. Anku tişta ku divêtin bi simbolan der dike.     

 

Kaniya Sipî: Nerîna te li ser rojnamegeriya kurdî ya Internetê ya nuha û bandora wê li ser wêje û peyva kurdî bi giştî çi ye?.

 

Kovan Sindî: Bi dîtina min ne li asteke profetionale. Welê xirab  jî nîne, li astê rewşa me ya em niha têdiburin başe.

 

Piraniya van rojnamegeran ne ji xwendingehên bilind yên rojnamegeriyê derketine, lê ez dibînim başe.   
 

Kaniya Sipî: Kîjan malperê bêtir dixwînî?.
 

Kovan Sindî: Bi rastî ez gelek kovarên Kurdî dixwînim.
 

Kaniya Sipî: Ji bo bersivdanê û vê dema ku we da me Sipasiya weyên hêja û nirxbuha dikin. 

 

Kovan Sindî: Ez jî we pir spas dikim ji bu van pirsên giring.

 

Hun jî bimînin di xweşiyê da.
 

Kovan Sindî