Projeya Malpera Kaniya Sipî li ser Wêjeya Kurdî

www.kaniya-sipi.de
Hevpeyvînên taybet bi Nivîskarên Kurd re !!

Ji herçar perçeyên Kurdistanê
Nivîskarên Kurd,
beşdarî Projeya Malpera Kaniya sipî dibin

 <<< Vegere

 

Maniyêl Broka

 

 

projeya malpera kaniya sipî li ser wêjeya kurdî, bersivên nivîskarê kurd: Maniyêl Broka

Kaniya Sipî: Mirov ji kî re dikarê bibêje ev wêjevan e?
 

Maniyêl Broka: Wêjevan ew e, ku xwe ji nav qada berjewndî, xwe bi dûrî panav û dûkêla kursiyan bixîne, û destên xwe deyne ser bext û xalên mirovane, û şerê derûniya xwe ya xumdariyê, bi cegerdarî bike, û xwe ji tevaya alav û şêwazan, nemaze ji çanda ez û ne tukesiyên takekesane qurtal bike, û paşê xwe bi dilbijandina pênûsê mijûl bike, û tenê xwe ji daçikandina berhevdanên dinavbera rêyalîte û nepeniyê, bi hûrbînî  biterxîne.

 

Êdî asta serkeftî û binkeftiya wêjeyê, tiştekî din e.

 

KS: Gelo wêjevan di nav kurdan de hene

 

Maniyêl Broka: Ku wêjeya Kurdî nebana, wê îro ev nîv-bersiva min ne lidar bûye.

 

Mebest li vir, ne ku xwe yek ji wan hest dikim, nexêr, û da ku mebest ron bibe, û xwe ji çanda qaşo û xwedê giravî biparêzim, ez dê bêhtir mebesta li vir, berî ku li wir bê şîrovekirin, biderbirînim.
 

Nîv-bersiva min bi alîkariya wêjeya Kurdî hatiye afirandin, bi alîkariya pirsa ku ji wêjeyê jidayik bûye, hatiye amadekirin.
 

Dema ku „çanda hevrik û pêşbirkê“ piralî û li ser asta Kurdî lidar be, bê pir guman tê wê wateyê ku wêjevanên Kurdan ew boseya ku bi salan rû dide, binpê kirine, û têra Kurdiya xwe hene..

 

KS: Cenabê we, wek rewşenbîr û nivîskar hûn berbelavbûn û nivîsandina pirralî di wêjeyê de çawa dibînin?

 

Maniyêl Broka: Berbelavbûn û nivîsandina piralî, li gor karîn û hêza ezmûnan tê dabeşkirin, ku tev bi hilgirtina hişmendiya xudanê wê ve girêdaye.
 

Lê pêwiste ku neyê piştguhkirin ku xudanê wê bi xwe tenê dikare, danasîna karînên xwe vebêje, ka çawe wê xwe li ber wêjeya zimanê xwe, ku mebesta mine, bigire, û lixwemikurhatina derûniya xwe, ka baş dibîne, yan na, asteng neke, û paşê pêrgî biryarstandinê were, ku berewamiya wî, sûdmend e, yan berûvajiye.
 

Dema ku karîn û afsûnbaziyên xudanê hewildanê têra pêşeroja wî bikin, bê guman alaveke pir erêniye ji wêjeyê re.

 

KS: Berhema ku bi kurdî tê nivîsandin, hetanî bi çi radeyê mirov dikare di warê rewşenbîriyê de sûdê jê wergire?

 

Maniyêl Broka: Jixwe li ser asta sûdwergirtin, li ba min, tiştekî dine.

 

Berhemên ku xurû bi Kurdî tên nivîsandin, ji sernivîs, pêşgotin ta xatirxwestin, bi gelemperî sûdê ji wan werdigirim.
 

Dema ku pirs di war û asta rewşenbîrî be, dikarim li gor zanîna xwe, wê nivîsê, ji berhevdanên xwe re vekolim, xirş û başiyan dabeş bikim, herikîna hevokê, şêweyên derbirîna hest û danasîna takekesane, demên bûyer, û hejmarên dîrokan, herwisa ziman û terazûkiriya erênî û neyêniya ezmûnan, li ser asta wêjeyê, di giyanê xwe de biçespînim, û her mînakeke diyarî nerînekê bikim.
 

her nerînekê diyarî qonaxekê bikim.
 

Dawiya dawî, sûdekî bi xwe bawer, û ji pêşerojê re, hesan, bawer û bi rêkûpêk bikim, lê bi wî mercê ku, lixwemukrhatin û guhertin jî, rexçengî hişê xwe bikim, da ku sûdê ji sûdê werbigrim.

 

KS: Gelo rewşenbîrê kurd berhemdar e?

 

Maniyêl Broka: Rewşenbîrî li ba min ew e, yê ku bi zimanê xwe, hest bike, hizir bike û biderbirîne, dîrok, civak, gerdiş û çanda xwe nas bike, û tabloyekê ji van tevan re, nîgar bike, û wergerê kurdiya xwe be „ li ser tevaya van astên ku min nirxandine“
 

Li ser asta „berhemdar e“ belê, li gor nîrên ku ta vî serdemî jî pê re derbas dibin, li gorî ku hestên me, hişên me, derûniya me, bîr û boçûnên me, roj bash û xatirxwestina me, xwendevan û cankêşiyên pênûsên me, ku wisa hesan, bi Kurdî ji me tên dizîn, BERHEMDAR E:

 

KS: Ev qûnaxa ku nuha cîhan bi giştî û rojhilata navîn bi tayîbet tê re derbas dibin, tu çi navê rewşenbîrî layîqî wê dibîne, û gelo rewşenbîrê kurd di vê qûnaxê de dikare roleke çawa bileyize?
 

Maniyêl Broka: Dema ku meriv xwe bi malper û ragihandinên pir alî mijûl bike, ku tev ji rojhilata navîn hatine, meriv, yan jî ez, hest dikim ku piraniya wan rewşenbîrên berjewendî ne, anku ez dizanim ka kîjan nivîskar, rewşenbîr, pesnê, kîjan partiyê dide, bêyî ku ez naveroka wê bixwînim, lewma „ku derfet hebe“ û li gor sipîkirina pirsê, ez navê“ Rewşenbîrên Berjewendiyane“ hest dikim û dinirxînim.
 

Dema ku em xwe berdin dews û bînahiya rola rewşenbîrên Kurd, pêwsit e ku em bi hûrbînî rêyaktiyonên beramber bi rolê, raberî pêngavên xwe bikin,
 

Bê guman, dema ku ew rol tenê bi Kurdî be, wê tenê komelgeha kurd ji mebest û rolan tê bighêje.
 

Lê rola rewşenbîrên Kurd, pêwiste jî ku bi zimanê dagîrkeran jî, rexekî ji wan rexan bi dest bixîne, bi zimanê wan doza xwe, viyan û dîroka xwe, ferman û çîroka dagîrkirinê ji wan re bibêje, ev tenê li ser asta perçeyek ji rolên giring.
 

Lê qet nayê wê wateyê ku dengvedana Kurdiya xwe, di nav asoyên Kurdên xwe de, piştguh bike..
 

KS: Zimanê kurdî yê helbestyane di çi astê de ye? Û di pêşeveçûn û nûjenkirina vî zimanî de helbestvan dikare roleke çawa bileyize

 

Maniyêl Broka: Da ku çanda jêr û jor, çanda mamosteyê xwedawend û şagirtê pêdar û reben, li ser min neyê bi cih anîn. Bi baweriyeke din, da ku dergehê kurtepistê li xwe venekim, ez dê bersiva vê pirsê ji dema bê re bihêlim, û baroveya ezmûnan bi piştevanî bikim, û nerîneke rastexo amade bikim, ku tev ji bawerî û ezmûnan bên civandin. Pêwist dibînim çend hevokan di gewriya xwe de daqurtînim..

 

KS: Gelo tunebûna zimanekî kurdî yekgirtî ( standart) bandorê li wêjeya kurdî

 

dike.?
 

Maniyêl Broka: Bê gumana û mezintir, belê.

 

Dema ku ez ta vî serdemî nikaribim tenê peyva “sipas û spas” dabeş bikim, ji bilî bi hezaran peyvên din “lê tenê yek ji wan peyvên rojane ye ku pêrgî min tê, min hilbijaret” êdî ez dê di her bikaranîna vê peyvê hest bikim ku lawaziyek, hejariyek, ne lihevhatinek û ne lixwemukurhatineke ku erkane ye li dare, ku xwendevanan bi wî rengê ku em tev dizanin ji hev dûr dixin.
 

Jixwe dema ku xwêner nebin, wê wêje jî, ne bi rengê lezok bi pêş bikeve.            

 

KS: Sedemên tunebûna rexneyê di warê helbestê de çi ne?

 

Maniyêl Broka: Li ser asta rexne, bi gelemperî,

 

Ji sedemên saw û tirs û têgeha peyva REXNE ye.
 

KS: Ciyê afretê di helbesta kurdî de li ku ye, û çi taybetmendiyên vê ezmûneya helbestê hene?
 

Maniyêl Broka: Ciyê Afretê, ne tenê di helbesta Kurdî, ciyê Afretê, li gor ku gerdia kurd bi dûvketina çewsandina mafê wê ji hişmendiya xwe re terixandiye, bi gelemperî, û li gor pîvanên têgeha mêraniyê, û li gor radestkirina afreta Kurd ji qedera xwe re, dîsa jî, ciyekî baş bi dest xistiye.
 

Ev nerîn, nemaze di warê helbestê de, paş xwendina min ji nivîsa Lokman Polat re, ku di 19. 11. 07an di Netkurdê de hatibû weşandin, bo nimûne binêre!
 

bi bawerî bû, ku wî lêkolineke baş li ser Helbestvanên Jin kiribû, Jiblî wan helbestvanên Kurdistanên din, wişeyeke baş ji berhevdanên min re, û li gor baweriya takekesane, hate bi bawerîkirin..
 

KS: Nerîna te li ser rojnamegeriya kurdî ya Internetê ya nuha û bandora wê li ser wêje û peyva kurdî bi giştî çi ye?

 

Maniyêl Broka: Wek ku min di bersiveke bûrî de ron û destnîşan kir, rojnameya Kurdî jî, piraniya wan, ta gelek radeyan, di pileya berjewendî de ye.
 

Rewanbêjiyeke bê daşkandin, û eşkere li dare.
 

Jixwe Hindek kes tenê ku pêrgî çanda navdaryiê werin, rojnameykê ji navdariya xwe re di terixînim, û gelek jî bi ser ketine, anku navdar bûne.
 

Lê ku em vegerin ser bandor û sûda ji wêjeyê re, em dê serber bikin ku, her çiqas bi berjewendî ye jî, di heman demê de tîjkên sûdmendiya xwe bi rêbazeke awtomatîkane berpêş kiriye.
 

Û peyv û xanxankên Kurdî di nav gelek astan de bûnewer bûye..
 

KS: Kîjan malperê bêtir dixwînî?
 

Maniyêl Broka: Dema ku rebenê Kurd dest bavêje hewesa wêjeya Kurdî, dê yekser pêrgî cîhaneke pir alî were, lewma meriv qet nikare xwe ji siyasetê dûr bixe, meriv diçe malperên siyasî, meriv, anku yê Kurd diçe wêjeyê, û diçe abûriyê. Wek takekes Hindek rojameyên Kurdî, Erebî, û hindek Elmanî…

 

KS: Ji bo bersivdanê û vê dema ku we da me Sipasiya weyên hêja û nirxbuha dikin.

                                       

Bimînin di xêr û nirxandina mijarên sûdmend de..