Projeya Malpera Kaniya Sipî li ser Wêjeya Kurdî
www.kaniya-sipi.de
Hevpeyvînên taybet bi Nivîskarên Kurd re !!
Ji herçar perçeyên Kurdistanê
Nivîskarên Kurd,
beşdarî Projeya Malpera Kaniya sipî dibin

|
Silêman Azer
Kaniya sipî: Mirov ji kî re dikarê bibêje ev wêjevan e?
Silêman Azer: bi rastî ev pirs gelekî berfirehe, ji ber ew tevayiyê dide ber xwe di hemî cûreyên nivîsandinê de.lê tevî wilo mirov dîsan dikare bersiveke wilo tevayê jêre bide.di nerîna min de, mirov ji wî kesî re dikare bibêje ew wêjevane,ew kesê ku karibe bi şêweyekî nuh berhemên xwe bi afirîne û di wan de jî bîr û baweriyên xwe eşkere bike.tevî ku gelek caran bîr û baweriyên wî nabine mercek ji jêhatbûna wî re.lê ew kesê ku karibe bi zimanekî nuh û bi şêweyekî nûjen berhemên xwe bi afirîne mirov dikare navê wêjevan lê bike.dîsan ez dubare dikim ev pirs gelekî ber firehe û bersiva wê jî ne hewqasî hesane.
K.S: Gelo wêjevan di nav kurdan de hene?
Silêman Azer:bê guman wê wêjevan di nav kurdan de hebin.ji ber çi miletê ku tevgera wî hebê û miletekî sax be, nexasim di warê nivîsandinê de.çi miletê heye di cîhanê de wê wêjevanê wî hebin, ji ber wêjevanî bi tevger û saxbûnê dewlemend dibe.û çênabe ku miletek bê wêjevan bije,ji ber wêjevanî tiştekî nîşana saxlemiya mileta ye.
K.S: Cenabê we, wek rewşenbîr û nivîskar hun berbelavbûn û nivîsandina pirralî di wêjeyê de çawa dibînin?
Silêman Azer: bi rastî îro rewşa belavbûnê û rewşa nivîsandinê gelekî cihê dilşewatiyê ye.û hîna demeke pir dirêj ji nivîsandina kurdî re divê, ta xwe zelal bike û xwe ji vê astengiyê derîne û pêşiya xwe zelal bike.ji ber ez bi xwe îro roj dibînim ku nivîsandina bi kurdî û wilo jî belavbûn li ber xwe dide da xwe bicî bîne mîna wêjeyekî nivîskî.lewra ev nediyarbûn ez bi xwe dibînim tiştekî xuristiye di vê demê de.
K.S: Berhema ku bi kurdî tê nivîsandin, hetanî bi çi radeyê mirov dikare di warê rewşenbîriyê de sûdê jê wergire?
Silêman Azer: bêguman ew bi xwe girêdayiye rewşenbîriya yê nivîskar.heger nîvîskar rewşenbîr be bê guman wê sûdeke rewşenbîrî jî ji berhemên wî hebe.lê heger na,naxwe wê nikaribe bibe wêjevanekî nirixdar.lê tevî vê yekê jî tu berhem bê sûdwergirtin nîne.ji ber ew berhema bê sûde navê berhemê lê nayê kirin.ew dimîne rêzkirina gotinan bi tenê.
K.S: Gelo rewşenbîrê kurd berhemdar e?
Silêman Azer: bê guman wê berhem dar be.ji ber rewşenbîrî ew bi xwe karekî berhemdariyê ye.lê heger ne berhem dar be, ji xwe tu caran tu nikare navê rewşenbîriyê lê bike.ji ber rewşenbîrî ew dewlemendiya berhemê ye.
K.S: Ev qûnaxa ku nuha cîhan bi giştî û rojhilata navîn bi tayîbet tê re derbas dibin, tu çi navê rewşenbîrî layîqî wê dibîne, û gelo rewşenbîrê kurd di vê qûnaxê de dikare roleke çawa bileyize?
Silêman Azer: ez dikarim bibêjim ku navê vê qûnaxê ewe (qolincên berî zayînê) ne.lê heger ew ber hat ez nizanim wê çawa be.lê ev qûnax îro wilo derbas dibe.û ka rola rewşenbîrê kurd têde çiye.ez dikarim bi dil kovanî bêjim ku tu rola rewşenbîrê kurd îro têde nîne, ji bilî ku bi tenê ew temaşevane.û dîsan mixabin bi vî rengî rewşenbîrê kurd li derveyî vê qunaxê ye roja îro.
K.S: Zimanê kurdî yê helbestyane di çi astê de ye? û di pêşeveçûn û nûjenkirina vî zimanî de helbestvan dikare roleke çawa bileyize?
Silêman Azer: zimanê kurdî bi tevayî yê roja niha li hebûna xwe digere, mîna mirovê kurd,û mixabin gelekî li paşe û ji ber vê yekê wê zimanê helbestyane jî di wê rewşê de bê.nebûna zimanekî standard di nav kurdan de û wilo jî nebûna yek rêzimaniyê jî astengin mezin li ber zimanê kurdî çêdike di pêşerojê de.û dubare ez dibêjim ku zimanê helbestê jî girêdayî tevayiya rewşa zimane.tevî ku hewildanin dibin ji bo pêşxistina ziman.lê ew bi tenê ne besin gelekî hindikin.
K.S: gelo tunebûna zimanekî kurdî yekgirtî(standard)bandorê li wêjeya kurdî dike.
Silêman Azer: bê guman tunebûna zimanekî yekgirtî bandoreke gelek dijwar li zimanê kurdî dike.ji ber pirbûna zaravan dewlemendiya zimane,lê divê zimanekî(standard)jî hebe.ji ber niha xwendevanê zaravê kurmancî ew nikare tu berhemê bi zaraveyê soranî bixwîne.ma ne ev astengeke gelek mezine ji ziman re.ji bilî tunebûna ferhengeke tevayî û wiha jî nivîsandina bi du cûreyên tîpa.ev tev sedemên paşketina zimanin.
K.S: Sedemên tunebûna rexneyê di warê helbestê de çi ne?
Silêman Azer: ew girêdayiye bêtir bi rewşa nivîsandinê ve.di qûnaxa ku îro nivîsandina kurdî tê re derbas dibe.wê wilo jî rexneya wê têre derbas be.ji hebûn û nebûna rexne bi tevayiya nivîsandinê ve girêdayiye ne tenê bi helbestê ve.
K.S: Ciyê afretê di helbesta kurdî de li ku ye, û çi taybetmendiyên vê ezmûneya helbestê hene?
Silêman Azer: ciyê afretê weke tevayiya rewşa kurdiye, ew gelekî li paşe.mixabin ku ez vê yekê bibêjim heger mêrê kurd roja îro hewqasî li paşe, gelo naxwe wê rewşa jinê çawa be ,nexasim ku hîna ew dibin destê mêr deye.lê rewşa jina helbestvan di nerîna min de, hîna ew jî wek tevayiya nivîsandina kurdî ye li xwe digere.ji ber ez nabînim ku taybetmendiya nivîsandinê ji hev heye.heger yê nivîskar jin be, an jî mêr be.ji ber tu nikare nêr û mêbûnê bide nivîsandinê.
K.S: Nerîna te li ser rojnamegeriya kurdî ya Internetê ya nuha û bandora wê li ser wêje û peyva kurdî bi giştî çi ye?
Silêman Azer: bi rastî roleke rojnamegeriya entirnêtê heye, û roleke wê yî du beş heye.roleke baş di pêşxistina nivîsandina kurdî de leyist.ew bû pencerek ji nivîsandina kurdî re, û li vir ew gelek başbû ji ber em tev rewşa çapemeniya kurdî dizanin çawa ye, û çiqas asteng di pêşiya nivîsandina kurdî de hene, bi tenê entirnêtê ew rê li pêşiyê vekir.ji aliyê dî ve jî rê li ber kesên ku xwe kirine bela li ser milê nivîsandina kurdî jî vekir.da xwe pêşkêş bikin mîna helbestvan û wêjevan di nivîsandina kurdî de.lê tiştekî başbû bi taybetî ji nivîsandineke mîna nivîsandina bi zimanê kurdî.
K.S: Kîjan malperê bêtir dixwînî?
Silêman Azer: tu malper bi taybetî li cem min nînin ez wan di ser yeke dî re bigrim, lê ez kîjan berhema baş bibînim di kîjan malperê de be, ez wê dixwînim.
K.S: Ji bo bersivdanê û vê dema ku we da me Sipasiya weyên hêja û nirxbuha dikin.
Silêman azer:ez jî ji dil sipasiya we dikim li ser vî karî, û her ez serkeftinê ji we re dixwazim.
Silêman azer Qamişlo 22/11/2007
|